
LEYLAN
Wisa di nava pêlên leylanê de
Geh tu diyar dibe û geh winda dibe
Gelo tu ew bi xweye ?
Wisa pişka min reve
Bi dû xeyalê te de
Ez westiyam leylan
Kabên min çit ne hatin di lîstika jiyanê de
Û ev serê çend salan
Peyala min ji te vala ne bûye leylan ..!!
Di bin wî kirasê te yî gulgulî de
Barek êş û derd û kul
veşartî hebûn
Gelo Ji çı deman de te ew didan ser hev ?
Helbet , ji bo tu dilê yekî mîna min
Bi wan bigivêşe , merzdar û derdmend bike
pelên temen roj bi roj lê zer bike
Leylan ..
Bawer meke tucarî
Ku bi evînê dil geş dibin
Ew qîrîna bê deng keleha şahnaziê
Dihelweşîne ji kokê de
Wisa rebenekî birandar mîna min
Li ser pirekê .. Raserî çemekî
Xwîna min dilop dilop di herike
Û bi avê re .. diçe
Wisa bi mestî diponijim
Wey mala xurbetê ne ava be leylan .
Ferhad Drê’î










يجب عليك تسجيل الدخول لكتابة تعليق.