
Wek ava zemzemê zelal e
Kî jê vexwe ew nemire!?
Geh Bihar e, geh jî PAYÎZ e
Ew xwîn û hestan germ dike.
Ew ji Xwedê ve,pîroz e.
Ronahiyeka bê soz e.
Ew mîna ba û bahoz e
Bi evîndaran re dilsoz e
Çav nabînin dil hest dike.
Ne çêj û ne jî reng heye
Ew gerdûnê kontrol dike.
Di hemû dîlan de lêdide.
Peyamên şîfrekirî ne
Kes nikare wê bixwine
Ziman,Muzîk, rû bişir e
Mîna tîrek dikevê dîlan e
(EZÎZ QERE HESEN)










يجب عليك تسجيل الدخول لكتابة تعليق.