
Neh meh jiyan te bi min borand
Parçek kezeb ti bi min hiland
Hilgirtim ez tev bi azeran
Kelha jînê bi min hilweşand!
Îroj çibû ku ez herimîm
Ji dilê te sar di qerimîm
Ez bûme kul ji dil werimîm
Te vîna min ji xwe di firand!
8Te mêjandim û dihejandim
Li ser milan dil şad gerandim
Mezin kirim û di afrandim
Ew hezkirna bi kê çelqand!
Lawê te me bi vî zimanî
Min berne da wek di vî canî
Jiyan va çû dil bi hêsanî
Mejû yê min wek te dipelxand?!.
kurê te bûm ez yê nuxurî
Ji te par kir hêstir û girî
Jîna te min bi ter par kirî
Îroj çibû?voqan dikeland!
Min helal ke ji dil de razî
Bêje ji min ka çi dixwazî
Lavan dikim neke tu gazî
Ez koleme ji bo te meyand!
Ilbika te pake delal bû
Hêvanê bavo yî helal bû
Tu baş zane ku çi zelal bû
Ma kî dibêje min hiş firand!
27.03.2021.Serzorî
