
ji ber ku me gelek xwîn da, û konê gelek pekrewanan vegirt, heta ku em îro Konên wêjeya roava li her deverê vedigrin, îdî min xwest weşana min ya pêşende, piştî silavê, ez vê helbestê diyarî giyanê her pekrewanî li her deverên welat , dikim…
Şîrava birînê
Xwîn şîrava birîna te
sed xwezî lo bi jîna te
Tu şeydayê jiyanê ye
can buhayê evîna te
Evîndaro ceger dilî
Memo welatî zîna te
li buhiştê li benda te
bi xêlî tekoşîna te
Ew gula li çimê şaxê
birî hinek ji bîna te
Bi xwe werkir pinîkê lo
hinek peşkin ji xwîna te
Çi rû geşe bi te ew rok
birî hinek ji tîna te
Kevana gerdena gerdûn
peroya surperîna te
Ji hêza te kevir qespî
Pola hinek ji vîna te
Çiya pirtek ji dilê te
zuxurek ji zemîna te
Birûsk û tav û bahozî
vedanek bên ji bîna te
Çiqasî ar bi xwe pesnî
ji şewl û ji rivîna te
Rizgariya gel û welat
ew xelat û mizgîna te
Ji dilêra te kurdistan
xak dermanê birîna te
Hêvî û hêz û bawerî
bûn bi erkê heyîna te
Vebû deryê pêşerojê
bi bervan û zanîna te
Giyanê te bi lez tê xwar
nûjen bikî zayîna te
Bibî şehîdê her demê
tu vîna gel li şîna te
2013
Cindiyê xizan
(Bavê metîn)
