
Kul û derdên xwe veke
Êş û azarên xwe bibêje
Bila erd û asîman bibihîse
Ka çendî wijdana vê qiraxê
Wê bi te şiyar be
Wê careke tenê bipirse ji te
Kul û derdên te çine…?
Dil bi êşoooo
Hestan dikuvijî ser hev
Û di qermûçekên têr temen re
Derbasî dildaran dikî…!
Hawaran ji nenasan dikî…!
Gilî û gazinan ji bê mafan dikî…!
Erê erê ….
Ji kalên diran ketî bipirse..?
Ji pîrên têr bi hesiret bipirse..?
Yan ji gorên keç û xortên bedew bipirse..?
Hêsiran bide ber hev
Bila bibe kaniya xeman
Û bi ser dara zeyîtûnê de
Bibarîne da careke dî bibe hest…!
Hest jî wê bibe bîranîneke ser wext.
Em hîna jî li ber dergeha tene
Di nava xwedan û xwînê de
Ditevize dil, hinav û peyv
Xew nakeve van çavan
Li benda evîna wendayî
Ya welatekî bê ser û ber….
De bilorîne dil bi êşooo
Ji neviyên ne diyare
Kulan biweşîne ser dil
Da em digihînin rastiya xwe .
Zekeriya Efrin ……..

Spasiya keda we dikim hêjano .
إعجابLiked by 1 person