Berbeng:Helbestvan:Bavê Metîn

Berbeng
Îdî berbeng derî veke
li Kobanê ro hilê
Bi barîne xunavek hûr
kat bike lê simbilê
Buharek nû were jenke
raxîne keske cilê
Li ser kaşê MişteNûrê
çêk hêlîna bilbilê
Hingî xwîna wê şîrîne
her kes tê û dimije
Qesela şekir ji hestî
her kes tê dikevije
Xweş diçêje pê dinoşe
li ser ber dihinije
Pir buhaye qelen jîne
xwîn ji bo wê dirije
Li kobanê civîn ciwan
wekî refê xulxulê
Ew şîr xurên kobaniya
kuştin dizê sor gulê
Li ro ava gel bi hay kir
bi Azan û Zengilê
Olgehe. sûnd bi wê maye
ne hew li ser rûpelê
Rûkê Arîn di jene tav
xwe li ber bimişiqe
Her stêrek li ezmana
ji şewqa wê dibriqe
Li himber cenga zemînê
volkanek dipejiqe
Heta jinek kurdî bije
xwîna me na miçiqe
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ