
Zerya li Mezra Botane
Navê xweş lê azade
Hey bi xwazin ji bo xwe
Ez pê zanim kes nade
Keҫek rind û ciwan
Rû geş bûka cîhanê
Sîng berfa xelatê
Dilê wê kanya danê
Porê sor berdaye
Tîrêja rohilate
Herdû kanyê ҫavan
Yek Decle yek Ferate
Ḧina dest û kezya
Ji av û axa Wane
Herdû lêv sor kirin
Bi xwîna pekrewane
Kilê ҫavên belek
Ji komira Ûldire
Bêhna wê pir xweşe
Bên xwêdana karkire
Rû şoxe xwîn şîrîn
Xwîn petrol kerkûkê
Dayê dil hat sotin
Li ser rewşa vê bûkê
Xwazgînê wê hatin
Ji her hêlê dunyaye
Qelenê wê xwînê
Ez ê bi dim lê daye
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
