
Evînek bê deng
Gulek bê bîn û reng
Dilek bê şox û şeng
Ez û te….
Kotirek bask şikestî
Bilbilek bi xem dil şikestî
Welatek bin dest
dixwazî serbestî
Ez û te….
Sazek bê sazbend
Awazek winda êsîr û bend
Helbestek ji hev qetiyayê
bê hevbend
Ez û te ….
Ezmanek bi e’wir
Deriyak bê ser û ber
Çiyak bê dar û bê ber
Ez û te….
Şevek bê hev dem
Stêrek bê şewq bi xem
Dilek dinalê bi êş û hem
Ez û te….
Evînek winda bê sînor
Deriyak fereh
bê binî û kor
Birîndarek jê diherike
xwîna sor
Ez û te ,,,,
Ez û te ,,,,,
Ez û te ,,,,,,
xewinek bê hêvî…….
, ,,,,BENGÎN Yusif,,,,
10/03/2015
