
Şeva çûnî min da berxwe
Bigerm î min da sîngê xwe
Min ew danî ser çokên xwe
Min rû şuşt bi hêstirên xwe
Demên herî xweş û şêrîn
Di bîra xwe de digirim
Heya ez li dunyê sax im
Ez wê gavê ji bîr nakim.
Şeveke xweş û pir geş bû.
Heya sibê pê re mijûl bûm
Ez bextewar û xemgîn bû.
Haya min ji wextê tunebû
Demên herî xweş û şêrîn
Di bîra xwe de digirim
Heya ez li dunyê sax im
Ez wê gavê ji bîr nakim.
Ez ji bo wê pir giriyam,
min gelek ji wê hez kir
Li dinêrim û dikenim
Ew bêdeng e, qet nakene
Demên herî xweş û şêrîn
Di bîra xwe de digirim
Heya ez li dunyê sax im
Ez wê gavê ji bîr nakim.
Ez bi herdu destên xwe
rûyê tenik paqij dikim
Na dikene û hêrs nabe
Ax wêneya welatê min.
Demên herî xweş û şêrîn
Di bîra xwe de digirim
Heya ez li dunyê sax im
Ez wê gavê ji bîr nakim.
Piştî te çi hat serê min ?
Çavên min her timî şilin
Her gav bi axîn û şîn im
Ji te dûr im, ez çi bikim?
Demên herî xweş û şêrîn
Di bîra xwe de digirim
Heya ez li dunyê sax im
Ez wê gavê ji bîr nakim.
Nikarim li te vegerim
Sînor pir ketine nav me
Ji xêncî wêneya te,
Tiştek li ber min nema ye
Demên herî xweş û şêrîn
Di bîra xwe de digirim
Heya ez li dunyê sax im
Ez wê gavê ji bîr nakim.
Ne xemgînî û ne girîn ?
Ne hawar û ne jî nalîn
Ew ê tu carî ne alîkarin
Ya Xwedê sebrê bide min
Demên herî xweş û şêrîn
Di bîra xwe de digirim
Heya ez li dunyê sax im
Ez wê gavê ji bîr nakim.
Ez her dem bi hêvî dijîm.
Li ser wê xewna dibînim.
Ew azad û serbixwe ye
Ya Xwedê, xewn çiqas xweş e?
Demên herî xweş û şêrîn
Di bîra xwe de digirim
Heya ez li dunyê sax im
Ez wê gavê ji bîr nakim.
((Ezîz Qere HESEN))
