Diyar bikim:Helbestvan:Bavê Metîn

Diyar bikim
Hinek xwîna xwe yî şîrîn
berdim rehê te Şingalê
Li Amedê giyan vêxim
li Mihabat wek şemalê
Diyar bikim evan hestan
gorî Kerkûk û Xormalê
Li ser sinên çayên welat
emê hildin wê reng alê
Bikin xemla te Şingalê
Bikin xemla te Şingalê
Dîna çavan pero bikim
ji bo naza jan di nalê
Ji bo zozan û kelehan
gel xurista her demsalê
Bibim qurban ji bo Wanê
gel Ormiya av zelalê
Ji bo kanyên Waşokanî
bo her rûbar û newalê
Ji bo bejna te Şingalê
Ji bo bejna te Şingalê
Can qurbanim Nisêbînê
kula nexwe nek mitalê
Ji Xelatê bînim xelat
memik sêvên te delalê
Qamîşlê ya bi say û hêz
pişgira te li ber palê
Berxwedana kobaniyan
çawa derxim ji xeyalê
Dilbirîna xwe Şingalê
Dilbirîna xwe Şingalê
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ