Dayê:Helbestvan:Behcet Osman

Dayê
Dayê bejnê di tewînim
herdû piyan diramîsim
pir piçûkim li ber te ez
di hembêzêde dilîsim
Çiqasî ez ji ter bikim
hêjî hêjî ez qesîsim
ji ber tucarî nikarim
qenciyê te binivîsim
Neh meha j; xwîna te dixwar
hevbešê can û kezeb bûm
birçî û bê xew dimayî
lê ez têr û Gurê xewbûm
j; serm û germê dišewitî
û ez mîrê ceh û textbûm
kengî serêmin dišišt ax
zavayê dîlokê tebûm
Te can fîdakir ji bo min
omîd û hêviyê tebûm
eškence û derd didîtin
dermanê azarê tebûm
te xwe diminre tim didît
gulê pêseroja tebûm
lê ez çi bêjim lê dayê
ne li gorî šîrê tebûm
Tu bûyê mezin û dapîr
min jibîr kirin hemî tišt
ez mijûlbûm bi jiyanê
qurbaniyên te li pišt hišt
ji bîrkir yazdanê jorîn
li bin piyên te kir buhušt
qewêtiya pêxemberbû
ku sê cara navê te rist
Pir ji te hezdikim dayê
tacek zêrîn l; ser serêmin
gorîtebim hezar carî
pête reše jiyanamin
bê razîbûna te tucar
yazdan nameyzînê li min
roja rabûnê -qitanetê
bê sernave pirtûkamin
Pênûsamin zuhadibe
tîpêm li ber te lal dibin
gotin û peyvên jiyanê
ji pesnê te giran dibin
bê ku mafê te bi din te
bi dawî tên tewaw dibin
cem û robar têrê nakin
li ber te ew tev miç dibin
Dilšînim ez gunehkarim
çibkim ji bo te hindike
te hilgirim li ser milan
li ber cêrê te qehfike
sedema jiyana minî
mezin kirim bi rondika
bin wan piya biramîsim
çendî weše pir hînike
Behcet Osman /Dilšîn Osman /

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ