
Min nizanî ku ez ne ew kesê
Ku kil bikê herdû çavên te…
Û ne ew gemîvanê
Di deriya çavên te de
Gemîvaniyê bike…..
Û min ne ew bilbilê
li ser şaxên gulên bexçê te
Awazê xwe bi xwîne…..
Û ne ew mêrxasê
tim li xewnate
û li bîra te….
Min nizanî ez tiştek poç
Bê sod li ba teme,,,
Darek hişk
Gulek çilmisî
Li nav gulistana teme,,,
Têpek zêde
Li ser rû pelê deftera teme,,,
Min nizanî
Ku ez ne ew roje
ku tu bi têrêjên wê
Ruhnî dikê pêşiya xwe,,,
Û ne ew stêre
Li şevên teme
Tu pê geş bikê tariya xwe,,,
Min nizanî ku ez
Ew kabosê tê xewna te
Û nahêlê tu bi xewe,,,
Min nizanî
Bibore min nizanî ,,
Bibore min noke zanî ,,
Min bibore min nizanî ,,
Min nizanî…….
,,,,,, BENGÎN YUSIF,,,,,