
Çiqas xweş û şêrîn e
Zimanê me Lê dayê
Nazik û hingivîn e
Em nadin bi malê dinyayê
Zimanê bav û kalan
Pir zengîn û hêja ye
Ronî da hemû malan
Mîna mûm û çira ye
Va tê xwendin li dibistan
Mafê me yê rewa ye
Pê ava dibe Kurdistan
Ji me re av û ba ye
Zimanê Zeredeştê kal
Hem zimanê Kawa ye
Gelek pîroz û zelal
Zimanê Avesta ye
Rind, spehî û rengîn e
Zimanê me cuda ye
Tu kes me nexapîne
Ne yê tirk û firsa ye
Bavê Ronî15/5/2015
