Min nizanî bo:Helbestvan:Bengîn Yusif

Min nizanî bo
Min nizanî bo ku ez wa
bar giranim li ba te
û ez bûme tiştek zêde
li jiyana te
Min nizanî ku ez ava tey zelal
dikim kirav
û li katê tey zêrîn di birim
û ez te li xewe $êrîn
şiyar dikim
Min nizanî ku ez ew latim
ew şaxim li ser dilê te
û ez bûme ew kesê reşdikê
pêşiya riya te
û ronahiya şevên te tarîdikê
û tîrêjên roja te di temirînê
Min nizanî ku ez bome reş
marek li xewna te
tê xewna te û nahêlê
tu rakevê
û ez bûme ezjdehak
agirê hêviyên te dibirê
û gulên buhara te
nahêlê ku bişkivin
û barana zivistana te
nahêlê ku bibarê
Min nizanî ku ez bûme
pelek zer bê sûd
bi dara te ve me
û ti dixwazê wê bihilweşînê
û ez bûme kulek û derdek
kiran li ser dilê te
Min nizanî ku ez ne Memê teme Zînê
û ne Siyamendim Xeca çelenk
Û ez ne Ferhadê teme Şêrînê
Û ne Mecnonê teme Leylê
Bi bore li min min nizanî
Bi bore li min
ku min ji te hiskir….
,,,,BENGÎN Yusif,,,, 28/03/2014

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ