bê dengiya te:Helbestvan:Bengîn Yusif

bê dengiya te
Roja min her bê denge
Weke her car bê renge
Ne silavek dil pê xweş bi bê
Û ne dîtina bejna tey çelenge…
Ne rojek geş di bê dil
Her li navê pêt û pernge
Ne şa di bê çav cerek bi te
Û ne lê dibê şox û şenge…
Bi bê dengiya te
Jiyan bê denge
Gul bê bîn û renge
Bilbil ne pirşenge
Bi bê dengiya te
Her tişt bê denge
Bi bê dengiya te
Her tişt bê renge…
,,,,BENGÎN Yusif,,,,

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ