Ezim:Helbestvan:هوزان كركندي

(( EZIM ))
yê ku li benda hatina te
bi şevêre şiyar dima
bi sîtava evîna te
dil di xwere radikir ezbûm ……
yê ku li ser kavilê bendewariyê
tovên hêvîyên dîdarîya te diçand
ezbûm ……
yê ku te dikir henasê giyanê xwe
û bi kenê lêvên te maç di peyalên lêvan de di meyand erê ezbûm …….
yê ku di govenda eşqate de şemalên zayîna çavên te vêdixisti ezbûm. ……
yê ku li pê bayê te xwe Ji bîr dikr û hêlana
sawîrên te dihejand dîsa jî ezbûm ……
yê ku wêneyê te li ser dîwarê bîranînan
di kola û sitirana dildarîya te distira erê ezbûm ………
yê ku di şengewîne dêmên te de diçû ava
û bûhareke sermedî vedişart erê ezbûm …
yê ku di taxa êşande li te digerîya pirsa te
Ji çivîk û sitêrkên ezmana dikir ji bo nate digirîya erê ezbûm …….
yê ku di himbêza bihna te de serxweş dibû
bi keseran re diherikî mîna dareke sêwî li
çoleke hişk û zuha dihejîya erê ezbûm ….!!!!

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ