
Ji min pê ve, kes nizane,
ber bi xemla gul bike
Belek çavan, kî dikare,
ji min pê ve kil bike
Heta bijim, nikare kes,
Nazenîn te sil bike
Evîna te, kes nikare,
tew ji cergê dil bike
bilbilî zar, xweş dixwîne,
bi zarê kurdaniyê
mey vexurim, ser dinoşim,
bi ava ji kaniyê
hey fênikê, ji min re tu,
giyanê vemaniyê
bibim gorî, te parêzim,
ji pencên talaniyê
Qey ji kê re, gurciya min,
wa tu xwe bedew dike
Hizkarê te, ser berê te,
bi serxwşî xew dike
Ne dilsoze, ji te re ew,
xwe find û pertew dike
tixa îro, bi dij te re,
ew xwe mina kew dike
di paxil de, pir gimaze,
û gulokên gewhere
tu gerdûne, peyam bere,
yezdanek bê himbere
xweştirîna.. ., ji şîrê dê,
tu ew çêja şekire
buha qelen, ji min pê ve,
kes nikare hilgire
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
