
Awir veda Şaha geda
TÎrek xedar cergê meda
Tîrên xedar Kûr çûne xwar
Ah û hewar Canê meda
Cergê me kir Qet parçekir
Hêvî nekir Destê meda
Dil hej-hijî Barkir mejî
Sipî rejî Çavê meda
Canê reben pêça kefen
Zincîr û ben Zendê me da
Min nîne bext werhaye hest
Mirna bi mest Deryê meda
Carek tenê Gul sosinê
Nazik çenê Sozek neda
Soza durist Mej dil verist
Lê wê ne xwest Her xap dida
Husna bedew Hiş kirye dew
Xweş xewnê xew Min jê veda
Dêmên di sor Dil bir bi zor
Tava li jor Şewq jê dida
Kû ew dihat wek roj hilat
Nîne tebat Laşê meda
Bêje erê Mîna berê
Ber êş herê canêm feda
Dil westeha kêra deha
Hestî giha Qet berne da.
