
Delale min bi ciwaniya xwe li
seran serê cîhanê daya deng
Bi bedewiya xwe û bi bejna
xwey nazik û şox û şeng
Bi roniya rûkê xwe ew
delala şepal û çeleng
Rojê tîrêjin xwe
ji roniya rû bir
Heyvê ji hinarikê rû
şewiq bir
Stêra berqa xwe
ji didanê wê bir
Av û ezman birin reng ji
rengê şîn bona çavê wê
Birosk û tav birin deng ji
dengê wê
Tevge xwe xemilandin
ber bisk û zûlfên wê
Dara şaxên xwe tewandin
ji şerme bedaw bona
bejn û bala wê
Gul û çîcek pelê xwe tev
werandin ji fediya
bîna wê
Şalol û bilbil
bê deng bon
Ber dengê wê
Her kesê ew di dît
dil jê dikir talan
Hew îdê xew
dikete çavan
Û di bo meqsed
û mirada wan
, ,,,,BENGÎN Yusif,,,,
