Ez im:Helbestvan:Riyad Mistefa

Ez im
Bi şevan
Li gel heyvê
Li gel stêrkan
Civîna me
Bi rêve diçe.
Şev dibin sal
Her xulekek
Dibe hefteyek
Her demjimêrek
Dibe mehek
Bi vî awayî
Şevbuhêrka me
Didome.
Gilî û gazin
Jixwe bidawî nabin.
Heyv û stêrk
Matmayî mane.
Bi baldarî
Li min guhdar in.
Çîroka jiyana minî
Bi êş û bi kul
Di têbînîyên xwe de
Dinivîsîn.
Kurtejîyana min
Mîna fîlmekî
Lê temaşe dikin.
Lîstikvanên vî fîlmî
êş û derd in
Kul û kovan in
Derhênerê wî qeder e
Lehengê wî
Helbet ez im.
Di dawî de
Kesê ku bac e
û darayîya vî fîlmî
Dê bide
Jixwe dîsa ez im.
Bavê Ronî Qamişlo 23/5/2021

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ