
Govende xweş govede
Guvenda li nav gunde
Şîrînê serî hilde
Armanca gelê kurde
Belavbû li deşt û çiya
Ev ji bo me hemiya
Keç û xort lê civiyan
Ev govenda gundiya
Govendê biger biger
Azad û fereh biger
Şîrînê were veger
Geşbike dil û ceger
Govenda keç û xortan
Govenda mêr û merdan
Pêşmerga serî hildan
Gotin bijî Kurdistan
.Govendê bi xemlînin
Def û zurnê lêxînin
Van pêşmerga daxînin
Kulîlka bi reşînin
Ebdo sîdo
