Hevir porê:Helbestvan:Bavê Metîn

Hevir porê
Hey tu pîrbî bê diran bî
gopal tîrbî pişt kevan bî
Hey tu ker û lal ziman bî
ji xwîna min tu dernayê
Kezî berfa li sîpan bî
hevir ew porê ciwan bî
Hey tu daya sed kuran bî
ji xwîna min tu dernayê
Ew keziyên te sipîbin
bejin zalî çog bawî bin
Sed zarokên te sêwîbin
ji xwîna min tu dernayê
Wek newalên nav çiyan bî
qermîçekên li rûwan bî
Bejin dara ji pelan bî
ji xwîna min tu dernayê
Hey bêmar û nexweş xan bî
tu bi derdek êş û jan bî
Heger dîn û tu nezan bî
ji xwîna min tu dernayê
Heger gerdûn bihilweşe
ji ezmana xwîn biweşe
Roka ava hew bimeşe
ji xwîna min tu dernayê
Nazenînê kevinperestê
dildara min li xuristê
Te Hilgirin bi darbestê
ji xwîna min tu dernayê
2013
Cindiyê Metînî
(Bavê metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ