
Bi wê gotina te bo min got
Bi wî şekirî ji nav lêvên te
Te li min barand
Ji nû ez dayik bom…
Bi gotina te
Kul û keser ji dil der bon
Rih û rawan nû bi min hat
Gula mi geş bo
Roj nû li mi hilat ….
Bi gotina te
Ew gotina li hêviyê ez di mam
Te dilê min bi dinê xweşkir
Hêviyek nû te bo min geşkir
Taristan te li min ronêkir…
Bi wê gotina teTe min rizgarkir ji xewnan
Ez bom wek balindekê
Azad di firê li ezman
Ji nû te şêrîngir
li ber çavên min jiyan…
,,,,BENGÎN Yusif,,,,