Êş û azar li me pîrbûn:Helbestvan:şiyar Alyanî

( ÊŞ Û AZAR LI ME PÎRBÛN )
êş û azar li me pîrbûn
kûl û kovanê me kûrbûn
çavê reş ji rondika kûlbûn
dêmê gulî her tim şilbûn
şev û roj dîsa tarîbûn
bajar û Gund tev wêranbûn
guvend û şahî wendabûn
dil bi xemgîn û bê zarbûn
nayênehev kûrbûn birîn
çadir li ber rojê rizîn
dîsa hêvî li ber bê firîn
ji dûrîte bûm xem revîn
zû hat payîz bi xem û girî
mê kewamin ji vêdê firî
hêviyamin bû Go zû werê
li vî warî wekî berê
şiyar Alyanî 2021/2/5

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ