
milletkî bê hevsar
bi serîvekirin cehar
Li ser me paldaye neyar
welatêmin kir çar par
ev partiyên ji hevketî
ji hev bûne sed kerî
Karê wa bû berberî
bi nakokiya û deh bendî
welat ji xelkê ra berda
em têde bûne winda
millet bû jar û birçî
em hiştin bê war û cî
hinek bûne Qamçorcî
bûne koçber û bêzar
felek jî bûye neyar
biryar bûye ya diza
millet kirne şerpeze
em têne hevdû bi geza
millet maye bê xwedî
ji ber vî karê rijî
bê ser û ber û rizî
nizanê li kê bikê gazî
derfet hatibû li ber derî
mixabin ji desta firî
bi sedema ez ezî
millt hêvî ji wa birîn
derdê me bû sed birîn
bi êş û azar û xemgîn
şiyar Alyanî 2018/11/5
