Nameyek ji rèwşenbîrê kurd û kurdistanî re:Nivîskar:Bavê Metîn

Nameyek ji rewşenbîrê kurd û Kurdistanî re:
Ez qurban…
Silav û rêz ji cenebê te yê giranbuha re…
Birawo….
Ez hêvî dikim tu van gotinên min, bi dilşadî û hişmendiyek berfireh, bipejirîne..
Hêjawo..
Em tev de dizanin, û li gor Efsanenasên cîhanî dibêjin, û tewat dikin, ku herêma Mêrga Botan (Mezobotamiya), ew navenda çanda miletên cîhanê ye, ev jî kûrahiya rehên çanda me, û kevnahiya dîroka me, nîşan dide.
Çanda, ku me Kurdan, di bin xaka xwe de ji mirovahiyê re ji ḧezarên salan de, veşartiye, deh qatî goristanên komkujiyê, ku mirovahiyî li ser xaka me, ji miletê me re, çêkirine.
Ev cengên hovane, ku welatên herêmê, û cîhanî yên welat û ramanê miletê me, perçe kirine, cenga bi ser me de û li ser xaka me, dajon, tewat dike, ku armanc jê welatê kurdistanê ji kurdan vala bikin, û li welatê perîşaniyê jî, kurdistanê ji mejiyê Kurdan derxînin, û çand û geltora me yexme û talan bikin, û binavê xwe di dîrokê de, binivînin, wek çawa Yewnanî û yên berî wan, di demên bûrî de, wiha kirine.
Ji hêlek din de, mebesta wan ji van cengan, ku tevlihevîk miletî di cîhanê de çê bikin, û miletê resin di tu welatan de, nemînin, ji bo kaniyên xwînê jê zuha nebin, û herdem berjewendiyên wan pêk bên.
Her wekî tê zanîn. ku dijminê çand û geltora me, her cûreyên wejeya me dizîne, û bi me çanda me dagerkirine, û Kurdistan ji siyast, abor û dîrokê valakirine, tenê tiştê lawaz û bê hode, û ji cotkarên nezaniyê, û palên ẍizaniyê pêve, ji miletê me re, di welatê me de, ne hiştine, ew jî piştî ku dem ji Rewşenbîrên me dizîne, û bidestxistina li ser dil û mejiyê wan kiriye, û giyanê Kurdiyatiyê, bi şêwazên xwe yê taybet û qirêj, ji hinekan kirrîne, îdî ev ziyantirîn cûreyên cenga ye, û miletê kurd di êşa nazanî, tirs û ẍizaniyê de hiştine.
Ez qurban…
Zordariya nezaniyê ji zordariya setemkariyê ziyantire.
Li gorî weşanên rojnema Fêsbûkê, ya herdemî de, ez pir bala xwe didimê, û dibînim, ku ev şer û êrîşên di navbera rewşenbîran xwe bi xwe de, û bi çekê pênûsê, çê dibe, û jeḧra pênûsa xwe bardidin reh û damarên xwîna gelê Kurd, û pê rehê ḧezkirinê pûç dikin, û giyanê biratiyê dikujin, mixabin, şîroveya van şer û êrîşan, tewat dike, ku ne partiyên siyasî, lê rewşenbîrên Kurd, ew naxwazin hêviyên gelê Kurd biyek bin, û çareseriya doza Kurdî biderng xistinin, ev jî neşiyar bûn, û ne egehdarkirina rewşenbîrên me, bê çawa dijminê me çand û geltor û her cûreyên wêjeya me ji me didize, nîşan dide, diheman demê de, ji bo temenê xwe di welatê me yê têr çand de, dirêj bike.
Rewşenbîrê hêja…
Ez hêvî dikim, tu xweş binase, ku doza Kurdî qet bi cenga gotin û çekê pênûsê dijî kesayetên Kurdî û Kurdistanî, nabe, lê pêwiste tu bi pênûsa xwe, hişmendî û agahdariya miletê xwe ronak bike, û baweriya wî lê vegerîne, ku bi her hastên xwe, bi xaka xwe ve bête girêdan, tenê pênûsa xwe di dilê dijminê kurd û Kurdistaniya de, rake.
Bê gûman ji mafê te ye, tu banga xwe û çareseriyên misoger, ji serok û rêzanên partiyên siyasî re, bişîne, ji bo gotinên xwe, ji bo doza me kurdan biyek kin..
Min berê jî, û nuha û her dem jî, ez ê bêjim, em kurd bi dehan partiyan di welatê xwe de dipejirînin, lê ji hêzek leşkerî tekane, bi navê kurdistanê, pê ve, em napejirînin, ji ber ez di wê gûmanê de me, hey hêzek me Kurdistanî hebe, ku hemû hêzên cîhanê bi ser me de biqûrin, wê nikaribin vîna me bişkînin, û me ji welatê me derxînin, îdî em ê karibin, armanca miletê xwe pêk bînin, lê hey hêza me ya leşkerî tekene tune be, heger welatên cîhanê tev de, pişgir û alîkarên me bin , qet em ê nikaribin hêvî û armancên xwe pêk bînin, wê Kurdistan ji mer her bimîne xwen.
Ez qurban….
Ez hêvî dikim, tu ramanên hev pejirandin û li hevguhdarkirinê û guftûgoya li ser nerînê çê û durust belav bikî, ji bo tovê ji hevḧezkirnê û giyanê biratiyê, di nav miletê kurd û Kurdistanê de belav bibin.
Ji bo tu hêlek Kurdî razî bike, gotinên dijwar û neçê dijî, kesayetên Kurd Siyasî, Lêkolînvan, Dîrokzan, û çi partîzan be, bikar neyne, û nebe sedema kêfxweşiya dijminê doza xwe, yê dixwaze tu kînê di bexçeyê ḧezkirinê de biçîne, nasbike ku kîn wek bizota agire, berî ku tiştekî bişewitîne, xwediyê xwe dişewitîne, tenê rexneyên rast bike, û nirx û analîzên xwe li ser her ravê bide.
Ji ber tu Rewşenbîrî, îdî pêwiste tu hewl bide, û her erkên xwe di lêkolîna çanda ku bapîran, di bin axê de veşartiye, bike, û wê bigiyan bike.
Heger tu nikaribe xwe ji rav û ramanê dijminê doza xwe felat bike, tê çawa karibe wî ji welatê xwe derxîne, îdî pêwiste, tu xwe ji ramanê jeḧrînî felat bike, ji bo tu zanibe van pirsgirêkên herdemî dijî doza xwe, çareser bike.
Ramanê çê ji bo çareseriyê, bi cegerdarî di nav gelê Kurd de, belav bike, tirsê bişkîne, ji girtin û lêdan û birçîbûnê netirse, û tekoşînê ji bo desthilatdariyê neke.
Hêjawoo…
Di dawiyê de, û tu jî zane, ku milet ji rewşenbîran bê xwedî dibin ne ji siyasetmedaran, îdî avakirina welatan, ji te nayê xwestin, lê ji Siyadetmedar, û leşekran tê xwestin, tenê ava kirina milet ji te tê xwestin, ji ber welat bi wan ava û xera dibe…
Îdî şerê bênûsê dijî hev bira, rawestîne….
Silav û rêz ji bo cenabê te
25/1/2021
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ