
Mixabin tu porê reş ber bê dikî
Qirêj û gemar û toz tev lê dikî
Ber vedikî tu ji bo kê Nazenîn
Neyar destê xwe yî xwînî pê dikî
Destê xwe davêje dixe paxilê
Ji pêsîran didoşe jan û kulê
Bi diranê qîj û devê tim bi xwîn
Her dimije şîrava te sorgulê
Ew der dike kilê herdû çavên reş
Dinoşe bi wan digêlê rûkê geş
Rapelûça rûçikê te kir birîn
Li ser sînga te dibîne xewa xweş
Ar bi serê gulyê hûnayî dixe
Dil û kezeb û mejiyê te dixwe
Jêkirî rehê zimanê tey şîrîn
Ava jînê ji wan çavan vedixwe
Kirye qirka te zilindar xweş parî
Şewqa te mêt ro li te kirye tarî
Bahoz û bamişt û ba ser te weşîn
Laşê nazik bû bi derd û bêmarî
Pel û pînos wî ji ber te veşartî
Bi nimêjê serê te her çimandî
Li gor xwe li te kirî kirasê jîn
Te bi kerwanê nezana gihandî
Ser serê te top kirî dewra zeman
Ber bi tuxûb û sînora kir nîşan
Hew ji jînê beşê te ma jan û kîn
Li buharê te gulê gule baran
Nakim gazin ez ji dijminê bizot
Yê kezeb kir agirxane û dil sot
Kon û gund û bajarên te hilweşîn
Lê tixa ji wan bê şanên te firot
1994
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
