Tenê helbestin:Helbestvan:Ibrahîm Cangîr

TENÊ HELBESTIN
Xanima min
Tenê helbestin
Bajarên ji sawîran
Pê ava dikim
Li paytexta wê
Padîşahek paye bilind
Rû dinim
Şevreşên wê yên bê çirax
Bi tîpan ronîdar dikim
Ji zûhelat û berên mezin
Nanê tenûrê dirêsim
Bi singa xwe ve
Bû neştecî û perîşanên bajarê xwe
Dipêjim
Bi şevên wê
Daxwazên deyaxên
Kuldaran bi cî tînim
Belê helbeste
Pê dîwarê bê deng diherfînim
Bê kelek…. Bê gemî
Berû peravên lêvên te
Diçim
Bahozê êrîş dikim
Dilopên fermêskan
Diçikînim
Berî ku rûçikê zemînê
Bi ramisin
Kanî….cobar û deryayên
Dêmên te, bi lêvên xwe
Dipîvim û tînê naşikînin
Erê xanima min
Tenê helbestin
Ji tovê tîpên wê
Beyarên nezok
Diçînim
Şîn tên
Baxên heyv, roj û stêrkan
Jê dihûnim
Ji rojê bazinek
Ji heyvê qeftek gul
Ji stêran ristikek
Xanima min
Tu matmayî
Di çavên te de razên bêçar dixwînim
Dengê ramanên te
Pelka guh derbas dikin
Dema zimanê te diraweste
Xweş tê dighim
Amanca liva telyên destê te
Li ser masê
Na……
Qet nemîne mat
Ku rojekî li ser reşpelikan
Te dît
Min ramûsandin
Herdû lêvên te
Li ser dêmên te
Rondik min maliştin û
Destê min gewdeyê te
Dagîr kir
Nûbax û nûgulîstanên te
Talan kirin
Tu nabêje derewe, ne diruste
Û tû yê li min nagire
Min tewanbar nake
Di terazûya xêr û gunehan de
Kirdarên min napîve
Ji ber tu bihtir dizane
Kirdarên min tenê helbestin
Helbestnin ji leylanin
Helbestnin tîp bê hude ne

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ