Gul firoş:Helbestvan:Bengîn Yusif

GUL FIROŞ
Gezina te gul firoş ba kî bikim
ba rojê yan heyv û stêran bi kim ??
Ji şaxê ciya yan ji kulistana gule
Ji kanê û robaran gazinê xwe bikim??
Roj ew jî mîna min dikê gazin
Ji ber te xwe ji ber windakir
û te ji tîrêjin wê bir ronahê
Bi melolê ronîdide zewî,,
Heyv û stêr dikin hewar û
wek min dikin qîr û nalîn
Bi dûrbana xwe te li wan
kuşit ronaka di dan tariya
şevên reş û pê xweş dikir
dilê dildar û hejare,,,
Ciya mîna min li ber xwe kir
kirasek reş ji ber tu hew
ew xemiland bi gulên
xwe gul firoş,,
Û kulstana gula gulên
wê tev çilmisîn li benda te
ku tu li wan bi be gudar
û tu wan av bide bi evîna xwe
û gulavan we tu bîn bi dê
bi hilm û bîna xwey xweş gul firoş,,
Kanî tev çikiyan xemgînin
weke min çav lê zuha bûn.
Hindê barandin rondik
ji derdên te gul firoş,,
Û robar nema jê tê xuşe xuş
nema lê deng mîna min bê deng bû
Û mêrg û çêmenê wan hişk bûn
Hew di xemilin bi gul û cîcekê te ,,
Gazinê ba kê bikim gul firoş
Ji kîre bikim gazin
û lomên te gul firoş??
,,,, BENGÎN Yusif,,,, 29/1/2015

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ