
Dilber gava tu ketî jiyana min
te jiyanek nû li min vejand ,,
Û te Jiyan ji nû bi min xweşkir
ew qedera minî reş te roxand ,,
Derd û kulê di dil de û xemê
hinavê min de te tev hilweşand ,,
Te jiyana min ji nû nûjenkir
temenek nû bo min te afirand ,,
Bi yek awirê bi wan çavên xwe
te dil û canê min ji min revand ,,
Bûm êsîr û bend û bûm evîndarê te
û te ceger li min kewand ,,
Tu ji min re bo hêvî û mebest
sawêrê te xew ji çavan revand ,,
, ,,,,BENGÎN Yusif,,,,
1/2/2015
