Nêrgiza welat:Helbestvan:Bavê Metîn

NêRGIZA WELAT
Nêrgize xweş nav
Jê re diva av
Xelat xwîna min
Bû kanî û çav
Nêrgiz vexwarî
Ji ava Ferat
Ji Wan û Ciḧûn
Her bejna wê kat
Rokek lê hilat
Lê kir Ronahî
Wê dora xwe kir
Seyran û şahî
Wê bi reng kirin
Qendîl û Gabar
Şingal û Zagros
Danê dil û can
Jê re bûn gorî
Ezîz û Ḧemrîn
Dihok û Koban
Dane nêrgiz xwîn
Şîlan û lîloz
Danê reng û bîn
Lale û rîḧan
Buhişta zemîn
Va nêrgiza min
Rengê xwe kirî
Bişkivîne tev
Ew şaẍên mirî
Nêrgiza min bû
Rewşa gulistan
Gul tev jê re bûn
Çeper û sîngdan
Bilbil û zilûr
Jê re xweş dixwîn
Pinîka jê mêt
Hingivê şîrîn
Nêrgiza welat
Tu meke ahîn
Sozê didim te
Her bidim te jîn
1992
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ