
Bistirêm li ser te bikim xweş sema
Li govendê sereteme j` bo teye
Ez bi bêj û deng û awazê xwe me
Ji bilî te yar ji min re tuneye
Her çiqasî pesnê te yarê bidim
Berfe reng tarî li ser berê teye
Pînarên çavên te Decle û Ferat
Berê pindinî ji bo min bexçeye
Berê te newal û deştin û çiya
Xweştirîn mêwên buhiştê tê deye
Hey bikin rokê ji min re ew zerî
Na zerî ji min re wek te hew heye
Hey bibe qundis li te lê man û jîn
Ar û bejna min ji bo te findeye
Pir dikin sema li ser te serete
Mey vedixun ew li ser şana teye
Heja bejnê her li ser saza berê
Li ba dikin her demî şara teye
Her li ser sînga te Gabar û Metîn
Wêneyê Wanê di çavên te deye
Ma li Cûdî ew gemî qey ji ku hat
Yar li ser wê û ji wê navê teye
Navê me kurmance emin xwedyê cî
Sereka heft mishefa sûnda meye
Em bi rokê re li zemîn bûn bi jîn
Hîn ji wê rojê de cejnek me heye
Şana nuhroj kesk û zer û agire
Şox û şahe ewe sersala meye
Li xuristê ev kevana kesk û sor
Gerdena zêrîn li ser sînga teye
Al û rûmeta herêma me ewe
Soza Avlîle ji bo mana meye
Gurciyê bejna te darê beyreqê
Libên zêrtonê serê memkê teye
Nerme pêsîrên te kelha demdeme
Merqeda Edade ew tekya teye
Dil laleşê çav kaniya zemzeme
Evesta berbejin û nivişta teye
Ew qamîşa milê te bisk û kezî
Mîxe tîpên somera tilyê teye
Te dergûşa şaristaniyê hejand
Naveroka jînê ji kûza teye
Tu li ser azadiyê di kewije
Lê mixabin her tifaq pehra teye
Bi dîroka te dikin lîz û henek
Ji kîna dijmin re zemîn tuneye
Ji dîroka jînê bera bi pirsin
J` berî lehya nûh de cême evdeye
Ez çiqasî pesnê şoxa te bidim
Yarê gerdûn ne himber rewşa teye
Ma ji bo çi û ji kê re şox dibî
Ji min pê ve kî evîndarê teye
2002
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
