EV ÊŞ:Helbestvan: Mahmûd Bavê dilo

Ev êş
Ev êş girane jan ji dile
Ne bo evînê dêmê me şile
Barek girane ser pişt û mile
Hawar hey xude dil tevde kule
Xudayê mezin qey jime sile
Gunihê kurda deng û zingile
Şewitandin qad ar dan simbile

Para me kurda talan û kuştin
tev serme bûn yek destê hev girtin
em bûn dijî hev binav hev ketin
keda salê çû agir pêxistin
dijminê xuyn xwar bê ol û hestin
qad kirin dojeh em têde sotin

Ma qey dengê me nayê bihîs tin
Mezin dilovan em ne parastin
Dijminê rovî di şerde şkestin
Bi xap û pîlan gelek diris tin
Berêxwe dan zad agir pêxistin
Destê hev bigrin kudê ser hasin
Dijmin yê şaşe em yê diristin
Bi hevre rabin agir vemirînin
Keyfa dijmine li me ne înin
Mêjde em hene emê bimînin
Hest û morale bila neşkînin
Wê tevde bimrin êmê bimînin
Wê tevde herin êmê bimînin
محمود ابو دلو

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ