Xerîbim:Helbestvan: عمران شيخو

Xerîbim
Xerîbim ez xerîbim
ez bê war û nesîbim
her rojê li cîkî me
ezê li kur bi cî bim
xerîbim ez xerîbim
ez xerîbim
Bûm xerîbê welata
wekî gula ser lata
xwezî rojek bihata
li warê xwe bicîbim
xerîbim ez xerîbim
ez xerîbim
Wekî çemekî zuha
dara qut bû ji reha
welatê giran buha
wilo jê bê xwedî bim
xerîbim ez xerîbim
ez xerîbim
Perîka li ber bême
keleka ser avê me
hercarê pêlek tême
tirsim noqî binî bim
xerîbim ez xerîbim
ez xerîbim
Êvara her ro ava
tê bîra min rojava
cî warê dê û bava
îro ez jê xeribim
xerîbim ez xerînim
ez xerîbimi
🌺🌺🌺عمران شيخو 🌺🌺🌺

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ