
Dermanê min
Xezalek perî sipî
ji nav destê min firî
dilê min jî pêre çû
hiš û sewdanê m; birî
Bûme dîlê xeyala
serxwešê meypeyala
bi tizbî wek evdala
tê bîram; dil digirî
Xew nakim heya sibê
kengî vegerê wê bê
birînam; derman bibê
saxlem bibê ev serî
Šiyarim wê dibînim
çavê xwe dixwerî nim
girî û ken di gerînim
bûme dînê eškerî
Li ba bizîjka geram
Šêx û mela û îmam
teva got nexwešiyam
tûjtire ji Pencerî
Danîn civîn û civan
ji bo bibînin derman
hemiyan yek beryar dan
šerbeta lêvên Perî
Behcet Osman /Dilšîn Osman /
