
Ez û xemgînî cêwî ne
Dema ku ez ji welat derketim,
min bextewariya xwe bi xwe re ne anî.
Sûcdaran welat dagir kirin
û bextewariya min kuştin,
li şûna wê,
ji min re xemgînî û êşên mezin şandin.
Ji wê rojê ve min şahî qet nas nekir
Lê,li vir û wir şopên bextewariya min mane
Malbata bextewariya min
di şikefta dilê min de
di navbera qefesa sîng û kezeba min de xwe veşratin
Dê rojek were ku ew mezin bibin û azad bibin
Ewê mafê dê û bavên xwe bistînin.
(Ezîz Qere Hesen)
