
Ew çi çavin .
Ew çi çavin ser wî dêmî
Du mircanin ew bi kêmî
Buhayê hew yek nerînê
Dil û can û mêlak hemî
Ew çi lêvên gul gulî ne
Qend û dims û hingivî ne
Camek bid min ez mirî me
Dil ziha bû ye ji tîne
Ev çi husna te ji kû anî
Wek te tune tû dizanî
Gewra min hingivê şanî
Bijî dê û bavê tu anî
Pesnê te na yê zimane
Kesê bide ew nezane
wek te tune firişta min
Tu neqşa destê yezdane
Mizgîn xelîl 10/4
