
RASTEQÎN
Asta jiyanî lawaze
Aşna bedewîn hevraze
Aso li pê wê beraze
Astengî aste lerizîn
Aware me bo dilberê
Awaz bi vîna wê berê
Asteng here û vengerê
Ayaza dil pê kizkizîn
Azadî çax berê meye
Arezû ger li pê teye
Arzan nabe hêvî heye
Asoyî ne dûr tevizîn
Aferîn bi gelemperî
Ava lêl her dûrî zerî
Amraz bide bi der perî
Akam bide xemla wê zîn.
Aso bi siruştê hevnas
Asayî sembol da bi das
Akarên giştî bi hinas
Aramgirtin da bi xweşbîn
Amojgar serbest û pêşang
Aram kêşên civatên reng
Amozayên zîrek hoşeng
Armanc yeke evîn di vîn.
Ejder Îso
