
Dinoşim meya lêvan
Xemgiranê her şev dinoşim meya lêvan
Perperîka rengîn im li asîmanê dilan
Li paravên dûr bendewarim dîtina çavan
Ji kovanên min tên lêhiyên kul û derdan
Ji hersta dilan şewitîne hêstirên çavan
Were bighîn min canê diçim ez ber bi goran
Têr bike dilê #Dildarê xwe ji bêhn û maçan
Zeviyên xwe veke bireşînim tovên kevnar
Ên mane ji dirêjahiya jîna dildar
Ên tevizîne ji bayê Amanosê xembar
Têxe hembêza xwe çivîkên min î evîndar
Bijenîne sirûdekê ji kovanên xweşdar
Roja kêfxweşiya mine li min bib dîdar
Di semaya şevên dirêj de bibe heyvdar
Hêmîn be, xweşdar be, û min neke tarûmar
Li pêsîra xwe yî jîndar min bike mêvandar
Li berbangên ji zikê şevên sar û xedar
Ebdirihman Ebdo
