
JI TE DÛRIM
Ji te dûrim Ji te dûrim
Birîndarek birîn kûrim
şev û rojan dinalim ez
Ji rengê saza bilûrim
****
Wêneyên te ber çav naçin
Di singê de wekî xaçin
Her tim li ber çavê minin
Wek berê reş tim bi maçin
****
Nameyên te her dixwînim
Rondika ser dibarînim
Wek dayîka ber zarokê
J’dilê xwe re dilorînim
****
Ji te dûrim ji min dûrî
Dil kalane her tû şûrî
Çerxa felek sekin nîn e
Temenê min vala bûrî
****
Wax bo çi bextê me wa ye
Xweda êş para me da ye
Wax ji dûrbûna te yarê
Dil tim mêvanê xema yê
