
ŞÛXA PEDEWÎN
Ji kevanên çavên xwe , te tîrek da dil dilberê
Mijgulin çavan li hevda , bi rehan re esmerê
Ji hestan coş da bi hizran re , ayaza dil hunrê
Çax û demên min de xweşke , vegerin çaxên berê
Dil kir hêlîna derdan , her diçi û venagerê
Evîna dil ji kevne , mîna mûmê û fenerê
Gava tê bi sawêran , ber bi çavan rast pencerê
Di livê de dilive , kab bi ritma û hunerê
Mîna hespa kihêlê , awaz ji nigan tên derê
Pir qeşengê şûx û naze evîna te ezberê
Di sewdan wê xwe meyan , çinarê can di guherê
Wek wê tine li ber çavan , bi gerden û kimberê
Bi peyase ber min de tê , nazdarê hela werê
Dil bûye hêlîna derdan , careke lê binerê
Jiyana min bugherîne , vegerim xortê berê
Bi geşbînî were yarê , ronî li min da derê.
Ejder Îso
