Ez çi bêjim gelo:Helbestvan:Ebdo sîdo

Ez çi bêjim gelo
Rondikên şkestî
Hinavên birîndar
Cegera tijî xwîn
Dilê perçe perçe
Êrîş yanjî talan
Kîmawî û enfal
Îşkence û lêdan
Girtî yanjî zindan
Koçber û penaber
Dagirkir û zordar
Ezê bêjim gelo
Berxwedan jiyana
Ji bo me hebûne
Azadî nîşane
Armanca kurdane
Hêviyê me mezinin
Ol û vîn bilindin
Bi keçên jêhatî
Bi xortên nuhatî
****************
Ebdo sîdo

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ