
TÎPAN HEV GIRTIN
Xwe da nasî bi kît kîte
Pêşkîtî xwe da bi pîte
Paşkîtî bi berbe fîte
Bi gotinê re xwe pêça
Tîp û gotin xwe hev ristin
Di hevokan de guhestin
Xêz li pê xêzan venistin
Bi derperîn hevdû pêça
Daçik lêger bi pesin dar
Hizran bi nestan kir hewar
Ji hevdû re ne bûn neyar
Jêder bi resen xwe pêça
Tîpên dengdar cî naghuzin
Bi dengdêrî vêr guhêzin
Çi tê bi lêv dide xêzin
Bi ximavê re hev pêça
Bereser jêre ney hêjar
Nav pir sivik dide piryar
Têne hunan bi ristan war
Di xêzan de hevbeş pêça
Xalik dawî bûna ristê
Hestan dayî li teniştê
Wek ferişta li buhiştê
Hestiyar honrawe pêça
Pênus lênusa her timî
Dide nîvîs bi dem demî
Çax û deman birye hemî
Şiyar mame xewna pêça
Wêjger li tîpan bib xwedî
Çanda teyî ya te xwendî
Têkeve rêza efendî
Di rûpelan de hêl pêça
Xalik bi dewiya xêzan
Dû xal navbera wateyan
Bihnok dinav dû hevokan
Bê matmayî hevdû pêça
Baneşan pê ne têgehîn
Pirsnîşan jêre dide hîn
Sêxal berî wê pêgehîn
Pir sembolin li hev pêça
Dabir di gotin yeke pît
Bêganiye ew bi xwe kît
Dubare sambole bi hît
Hevok bi pirsan xwe pêça
Dunik nav bera dû kevan
Yeknik cudayî bê gûman
Kevanek vala bi nîşan
Xêzên ser bi xwe ne pêça.
Ejder Îso
