
Penceşêra mirinê
Hey tu dêw bî tu gawirbî
Lew Tu darbî tu kevirbî
Ji necatê pirsan bikî
Behwer bik tê ne ji vir bî
Her li paşê xwe vegere
Dizê şevê tu yergire
Tu bê mehwer û pûç hestî
Tu dagerker û kujere
Te fêr kirin gur û keftar
Ji lewra tev de bûn xwîn xwar
Kevok û çûk ji per kirî
Nema bê derd dever û war
Tu teyroka li havînê
Tu birûska li şevînê
Ji kok dara tu hil dikî
Te kuştin çêl li hêlînê
Tu reqika zerî hûre
Tu kuliye wekî mûre
Dikî berbat tu hişk û ter
Tu qertelê nikil şûre
Te her buhişt kirî beyar
Te şaristan kirin kevnar
Çem û kanî te gol çikand
Li bilbil ro te kir êvar
Te rûbar û delav mêtin
Bizotin zarê te pêtin
Bi dîrokek ziyankaro
Tevî şerme û kirêtin
Tu goştê laşê min dixwe
Bi ser de mey tu vedixwe
Bi hestyê min ji nav qîla
Ji ber goştê mi derdixe
Tu derd û ta û bê mare
Di mejî de tu zingare
Tu penceşêra mirinê
Zirav jana tu bê çare
1998
Cindiyê Metînî
(Bavê metîn)
