
Dayê ez pêšmergeme
dayê ez pêšmergeme
cangorî gelê xwe me
heger ez šehîd bibim
mafê Azadiyê me
Gulek gešim di xakê
kes nikarê mi rakê
zingilim tim dibajkê
li bends tola xwe me
Ez Welat di hembêzim
sînora di parêzim
Xwîna sor ez dirêjim
qurbanê cejna we me
Ezim çira jiyanê
simbola berxwedanê
qelenê bûn û manê
sitûna Ala xwe me
Çekê min yara mine
Evîn û vîna mine
mirin armanca mine
pêšeroja gelê xwe me
Heger dayê šehîd bûm
nebêje ez mirim -çûm
kêlêm b; xemlî b; gul û mûm
l; ser deynin pêšmergeme
Behcet Osman
