Helbestvan:Mizgîn Xelîl

* Em çima em nabin yek
Bi hevre can û dilek
Me por spî kir gelek
Ji destê van nezane

* Em çima em wehane
Em kurd ji hev belane
Keriyê bê şivanin
Her kes li me berane

* Em çima bê serî ne
Wek marê nîv kuştî ne
Kesî bê kesa nîn e
Jana giran giran e

* Kurmê darê her jê ye
Êşa me ji navê ye
Ne gunehê xelkê ye
Derya bê meleva ne

Em kurd qed nabin tiştek
Ger nebin dest piştek
Ji min bigrin şîretek
Yekîtî ew dermane

Mizgîn xelîl
26.8

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ