Rondikên şikestî:Helbestvan:Ebdirihman Ebdo

Rondikên şikestî

Bi rondikên şikestî diçim dawiya şevê

Dixêzim kederên şewitî li rûyê heyvê

Bi agirê atûnê av didim tiya lêvê

Bê zar û mest bûme ji hewil dana şevê

Hêstirên çavan ziwa bûne ji germa lavê

Dikewînim hestên evînî bi zora avê

Ava ji çavên xew ne dîtî tevahiya şevê

Ranawestin rondikên sar ji rûyê şevê

Ne min dît xewn ne jî dil radize ey heyvê

Çi diyarî te bikim ku biçî ey reş şevê !?

Ebdirihman Ebdo

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ