
Roja’m hilat şewq nedî yê?
Ji çavên te dilop weşîn
Xeniqan dim wek lehî yê
Bi newq kirin tol kirim wan
Dûr birim ez bê xudî yê!
Dema ku çû tav şerikî
Dil û hestan tev ferikî
Rûkê çermê min terikî
Çima wa kir lê kidî yê!
Çima sozê xwe te xwarî
Min go:doste lê neyarî
Herifandim jiyan xwarî
Min ji desta rok nedî yê!
Xweşî neket bi wê carek
Dijmin neda ji wê parek
Felek da min dinê parek
Pîroz bikim ser cûdî yê?!
Cûdî gaver l’hev dinerin
Berzan li pişt pêxemberin
Li navberê şêr digerin
Temen va çû jîn qedî yê!
Miştenûrê derd par kirî
Waşûkanî çav bi girî
Efrîn xema bar hilgirî
Roja’m hilat şewq nedî yê!
01_09_2021_Serzorî
