
☆☆☆ 3 gav ☆☆☆
1_Ev rastîye !!
– Ma dijminê mejiyê te kîye ?
– Keçeke bedewe
Çav li xewe .
Bi hevre gotin :
– Eynê ewe .
2_Na ..
Na ..
– Ev çiye ?!.
– Ma çi bûye gundîno ?.
– Ev şerre ,
Çima ji me na gerre ?.
– Ji we tevan xuyaye ,
Ma hew para Kurdaye ,
De rabin tev bibne yek ,
Ala we li ber baye .
3_Jiyan helbestek derewîne ,
Geh destbirakê mirove ,
Û geh kînê pêre dikşîne .
____/ Ebdilwehab Ezîz \____
