
Pinpinîkê
Pinpinîkek hat li ser baxê me danî
Noşe şîrav ji kulîlkan bimijanî
Cote baskan ser surê li hevdixîne
Ji tenik lêvan şîravê vedweşîne
Weke gulzarek li ser banî difire
Şoxê difiroşe xuristê ne dikire
Ne parêzek, lê buharek xweş li jore
Tenik lêvên pinpinîkê herî sore
Wêneyê xwe di solînê de dibîne
Çi bi xemle, kesk û zere, sor perîne
Ew dilîze bi sîka xwe re ji rokê
Radimîse wêneyê xwe li rû cokê
Her kulîlkek tonekî li ser dirêje
Her yekê xweş navekî jê re dibêje
Ew li jînê bi jîn nabe hew buhara
Tê sema dike li şaha dost û yara
Hezdike ew ji kulîlkên serê şaxan
Bi zarokan re dilîze xweş li taxan
Ji xemla xwe daye gula bê xwedîkê
Wa bi şox û şeng û renge pinpinîkê
1989
Cindiyê Metînî
Bavê Metîn
